‘Îhtîmal nîn e ku hilbijartinên xwecih guhertinê li Iraqê çêkin’

Ji 10 salan ve cara yekê ye ku hilbijartinên meclisên parêzgehan ên Iraqê têne kirin. Gelo bandora van hilbijartinan li ser rewşa siyasî ya Iraqê çi ye? Ev hilbijartin dê bibin pêngaveke guhertinê li Iraqê?

‘Îhtîmal nîn e ku hilbijartinên xwecih guhertinê li Iraqê çêkin’
17 kanûn, 2023   06:43
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Ji beriya hefteyekê ve, li Iraqê pankartên bi namzetên hilbijartinên meclisên parêzeran hatine daliqandin. Dengdayîna ji bo hêzên ewlehiyê, koçber û girtiyan duh (16′ê Kanûnê) dest pê kir û çav li rê ye ku hilbijartinên giştî jî roja duşemê (18′ê Kanûnê) dest pê bikin. Ji sala 2013′yan ve ev cara yekemîn e ku ev hilbijartin li Iraqê tên birêxistinkirin ku di nava rewşeke siyasî ya aloz de ye.

Li gorî medyaya Iraqê, parêzgehên Başûrê Kurdistanê ne di nav de, hilbijartin li 15 parêzgehan tên kirin. Mafê 17 milyon kesî heye ku dengên xwe bidin. Ji bo dengdanê 7 hezar û 166 navend hatine vekirin.

Li tevahî parêzgehan 6 hezar namzet li ser 285 kursiyan hevrikiyê dikin. Li Bexdayê tenê ku parêzgeha herî mezin e, ji 49 kursiyan pêk tê û li pey wê parêzgeha Besrayê ji 22 kursiyan pêk tê.

Temsîla jinan di hilbijartinan de ji sedî 25 e û hezar û 600 jin dikevin hilbijartinan. Ji bo jinên xiristiyan, êzidî û saîbe jî 10 kursî hatine veqetandin.

Li gorî çavdêran, ji ber binkeftinên li du hev ên  meclisên li Iraqê dibe ku beşdarbûn lawaz be.

HÊRSA GEL Û ALOZÎ

Li gorî rêveberê Navenda Lêkolînan Bexdayê Munaf El Mewsewî dibe ku hilbijartin ji aliyê beşdarbûna gel ve yên herî lawaz bin. El Mewsewî sedema lawazbûnê spart aloziya bêbaweriyê ku encamên rêveberiya şaş a Iraqê de derketiye û got: "Ji ber bêbaweriyê beşeke mezin a iraqiyan hilbijartin boykot kir. Tişta ku di hilbijartinên berê de bûye, wê bi awayekî zelaltir di van hilbijartinên de jî derdikevin holê.”

El Mewsewî ji ANHA′yê re axivî û got: "Hêzên siyasî ji ber siyasetên ku dimeşînin, ji ber domandina proseya kotayê, her wiha ji ber berjwendiyên partiyekî yên derketine pêş, her wiha ji ber kêmbûna xizmetên li ser asta perwerde, tenduristî û qadên din li herêmên navîn û başûr bi awayekî mezin ji gel dûr ketine."

Munaf El Mewsewî diyar kir ku hilbijartinên meclisên parêzgehan piştî 10 salan ji rawestandina qanûna hilbijartinê xirab a ji aliyê gel, welatî û aliyên olî ve tê redikin, tên lidarxistin û wiha dom da axaftina xwe: “Ev qanûn ji hêla aliyê hêzên siyasî tenê ve tê israrkirin; ji ber xizmeta berjewendiyên wan dike û derfetê dide wan ta ku careke din di qada siyasî de derkevin pêş. Ev tevahî nîşan didin ku dê hilbijartin lawaz be û beşdarbûn dê li ser asta partiyan tenê be, nemaze ku Tevgera Sedr û hinek hêzên nîştimanî û kesên serbixwe jê vekişiyan e. Ev jî derfeta lawazbûna hilbijartinan zêdetir dibe ji ber ku gelê Iraqê îfade nake.”

El Mewsewî îşaret pê kir ku aloziya dûrxistina serokê parlamentoyê Mihemed El Helbûsî jî dê bandorê li beşdarbûnê bike û lawazbûna hilbijartinan zêdetir bike.

Siyasetmendarê iraqî Fayîq Yezîdî jî got hilbijartinên xwecih ên Iraqê tu guhertin di nexşeya siyasî ya Iraqê û hevsengiyên hêzan de çênakin û got: "Em dikarin van hilbijartinan wek pêşpêngava hilbijartinên bê yên parlamentoyê bihesibînin."

Yezîdî ji ANHA′yê re axivî û got: "Tevahî hêzên siyasî li parêzgehan dê cih û kursiyên xwe bipaêrzin. Lê li Kerkukê dibe rewş cuda be, dê hevrikiyeke xurt hebe, dê tu lîste nikaribe rêjeya pir bi dest bixe û bi tenê xwe parêzgehê bi rêve bibe. Dê hêzên siyasî xwe bibînin ku neçar in li lihevkirinan vegerin da ku dawî li şerê li hundirê parêzgehê bi dawî bikin."

Yezîd got: “Hilbijartinên xwecih mafekî demokrat ê gel e ku rê li ber vegerandina encûmenên parêzgehan vedike, yên ku divê proseya rêvebirina parêzgehan organîze bikin û divê nenavendîbûnê bêtir were pêk anîn da ku barê hikumeta federal sivik bike. Di heman demê de firsendeke rasteqîne ji bo dengderên Iraqê ye da ku dengê xwe bide her kesê ku daxwazên wan pêk bîne û xizmetan pêşkêşî wan bike.”

Yezîdî got: “Hêzên desthilatdar li Iraqê serkirdayetiya xwe di dîmen de biparêzin, bi taybetî ji ber boykotkirina tevgera Sedrî û hebûna nûnerên hemû pêkhateyên olî, etnîkî û mezhebî di nav hevpeymaniya bi navê Îdareya Dewletê de ku niha tê gotin. Desthilatdariya Iraqê di destê xwe de digire.”

Li gorî siyasetmedar Fayîq Yezîdî, li gel boykota ji aliyê Tevgera Sedr ve û li gel hebûna nûnerên tevahî pêkhateyên olî, mezheb û entîkên Iraqê yên di bin banê hevpeymana Rêveberiya Dewletê de, dê hêzên serdest ên Iraqê cihê xwe yê pêş di qada siyasî de bidomînin.

(bb)

ANHA