ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2025
17 mijdar, 2025   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî di navbera hemû pêkhateyan de ji bo parastina civakê li dijî hewldanên têkbirina aramiyê û gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê parêzer Mehmûd Xelo di mijara mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de axivî û got “Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên pratîk avêtin. Lê dewleta Tirk û parlamentoya wan tu gavan naavêje. Dema mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bê rakirin, dê aştî pêk were û pirsgirêk bên çareserkirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Xalîsa Çelebî di pêvajoya 30 salan de ji giya û pincaran dermanan çêdike û êşên nexweşan sivik dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermendê Ermenî Semîr Bomboxciyan nêzî 60 salan e pîşeya çêkirina amûrên mûzîkê ku ji malbata xwe wergirtiye diparêze, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên ku wî neçar kirine ku karê xwe kêm bike. Îro, ew vê pîşeyê dide kurê xwe û kevneşopiya malbatê diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan Zenûbiya li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê rêzecivînên cuda û dewreyek perwerdê ji mêran re di çarçoveya çalakiyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan de li dar dixe, 10.00ˊan û dewreyek perwerdê ji mêran re ji bo 3 rojan li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Sirînê yê kantona Firatê dest pê dike, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de Kongra Star civînek girseyî li hola karkeran a bajarê Rimêlanê, 12.00ˊan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînekê li bajarokê Abîre yê bajarê Çilaxa organîze dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan bi dayîna semînerekê der barê sînemayê de bi navê "Çîroka hevbeş û sînemaya azad" saet 10.00ˊan û gelek fîlman li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê 16.00ˊan didome. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina xebatên di 2025ˊan de kirine û danîna plansaziya 2026ˊan, civîna xwe ya salane li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Sonî ve dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN