ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 10 – 2024
17 cotmeh, 2024   02:00

Rewşenbîrên Reqayê teqezî bi girîngiya praktîkkirina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan di jiyana rojane, civakê û saziyan de kir.

Şêniyên Şedadê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike. Şedadiyan got ew amade ne herêmên xwe biparêzin.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel destnîşan kir ku xemgîniya Erdogan li ser Lubnan û Filistînê tenê daxuyaniyên devkî ne û ji bo xizmetkirina armancên xwe ye û tu wêrekiya wî ya qutkirina têkiliyan bi Til Avîvê re tune ye.

Ji bo piştgiriya hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 150 ciwan ji başûrê bajarê Tirbespiyê bi dilxwazî tev li komên "xweparastinê" bûn.

Li 3 zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymangehên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser 2 hezar û 193 xwendekar hatin qebûlkirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8ʹan di roja xwe ya sêyemîn de li hola Zana ya Qamişloyê dewam dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ermenî ya Qamişlo li ser tesbîtkirina zû ya nexweşiya penceşêra pêsîrê li navenda xwe ya li taxa Korînîş semînerekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Çilaxa ji bo komînên navçe û bajarokên wê re têkildarî nîqaşkirina xebata li komînan, kêmasî û astengiyên li pêşberî wan li Navenda Çand û Hunerê civînekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê, Zanîngeha Rojava, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê li Dêrikê vedike, saet 15:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Aboriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya projeyên koperatîfan de dikaneke şîremeniyê vedike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)