Li Efrînê çete bi hev ketin

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li 4 gundên girêdayî bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî pevçûnên dijwar rû dan.

Li Efrînê çete bi hev ketin
16 cotmeh, 2024   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyên ʹHêza Hevbeşʹ ên dewleta Tirk a dagirker ji gundên Şêxûtka, Sêmalka, Emara û Şorbe bi çekên giran çeteyên ʹSiqûr El Şîmalʹ ên li gundên Gemrûk û Ereb Şêxo topbaran dikin.

Li gorî çavkaniyan bi awayekî ketober malên welatiyan tên topbarankirin. Di nava welatiyan de tirseke zêde heye.

(fr)