Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî

Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an de der barê ʹWêje û rexneggiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanêʹ de semîner, pirtûka nivîskar Merwan Berekat hat îmzekirin û şahiyek hat lidarxistin.

Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
Di roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan de semîner, îmzekirina pirtûkê û şahî
16 cotmeh, 2024   22:41
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di roja xwe ya duyemîn li hola Zana ya bajarê Qamişlo de dewam dike. Pêşengeh duh (15`ê Cotmehê) di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê dest pê kiribû.

Bi dehan rewşenbîr, nivîskar, wêjevan, lêkolîner, siyasetmedar, xwendekarên dibistan û zanîngehan serdana pêşengehê dikin.

Îro ji aliyê Nivîskar Merwan Berekat ve bi sernavê `Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê` semîner hat dayîn.

`WEKE KU KURDISTAN YEK E, WÊJEYA KURDÎ JÎ YEK E`

Merwan Berekat diyar kir ku wêje yek ji stûnên hebûna gelan û jiyana hestan e û wiha got: “Ew wêjevanê ku bi xeyal û hestên xwe derbasî sînorê xeyalê dibe ji rengên baskên perperîkên hevokan dirêse da ku bide xwendevanan. Dema ku mirov bixwaze di warê çandê de civakekê baş binase, divê mirov li wêjeya wê civakê binêre. Wekî ku çawa Kurdistan yek e, wêjeya Kurdî jî yek e, divê ji hev cuda neyê destgirtin.”

ʹQONAXÊN WÊJEYÊ LI ROJAVAʹ

Merwan Berekat bal kişand ser qonaxên ku wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê re derbas bûne û da zanîn ku bi 3 qonaxan re derbas bûye û wiha got: “Qonaxa yekemîn di dema Fransayê li Sûriyeyê de bû. Di wê qonaxê de ronakbîrên Kurd sala 1932`an kovara Hawarê derxistin. Wê demê berhem serbêhatî, kurteçîrok û helbest bûn. Piştî Fransa ji Sûriyeyê derket, hin belavok bi zimanê Kurdî derketin, lê piştre dema Sûriye bû dewlet wêje û çanda Kurdî hate qedexekirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Merwan Berekat wiha got: “Qonaxa duyemîn jî ji sala 1980`î heta destpêkirina Şoreşa Rojava bû, di wê heyamê de jî tevî hebûna astengiyan nivîskar ji rêya xwe ya rastî û wêjevanî derneketin. Qonaxa sêyemî piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê anku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser dest pê kir. Rewşeke cuda di jiyana wêjeya Kurdî de çêkir, dîwar û sînorên ku ji bo wêjevaniyê hatibûn dayîn, hatin rakirin. Dibistan, peymangeh û zanîngeh vebûn, azadiyek di warê tevgera wêjeyî de çêbû. Bi sedan navnîşanên berhemên wêjeyî hatin derxistin, pê re pirtûkxaneya Kurdî hate dewlemendkirin.”

Merwan Berekat da zanîn ku ew bi wan berhemên ku ji her sê qonaxan li Rojavayê Kurdistanê hatine derxistin serbilind in.

`LI ŞÛNA REXNEYÊ, NIRXANDIN BÊ BIKARANÎN BAŞTIR E`

Nivîskar Merwan Berekat destnîşan kir ku rexneya wêjeyî mijareke fireh û girîng e, wêjeya ku bê rexne be zehmet e ku asta wê bê diyarkirin û ev tişt got: “Li şûna rexne mirov dikare nirxandinê bi kar bîne, wê bêhtir cih bigire û wateya rastteqînî bide. Di zimanê Kurdî de diyarkirina nerazîbûnê ye dema ku di jiyana wêje de bi kar bê, wê yek alî biçe.  Armanc jê ne tenê xalên lawaz bên gotin. Divê bi awayeke zanistî be, ji ber ku rexne zanisteke berfireh e.”

Piştre pirtûka bi sernavê `Xencera Destikzîvî` a Nivîskar Merwan Berekat hate îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

Roja duyemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi lêdana amûrên muzîkê ji hêla Okestra Rojava ve bi dawî bû.

Li gorî bernameyê sibe wê pirtûkek bê îmzekirin û şahî were lidarxistin.

(sb)

ANHA