ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2026
17 tebax, 2026   02:00

Cotkaran li beramberî mekanîzmeya dayîna pereyên genim nerazîbûna xwe diyar kir û daxwaz kir sîstema bernameya Şam Kaş were rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanan anîn ziman ku divê rolê wan di saziyên dewletê de hebe û cihê xwe di navendên biryarê de bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daîreya Avê ya li Bajarê Çilaxa ji bo rêgirtina ber binpêkirinên li ser toreya ava vexwarinê û xerckirina avê dest bi hemleyekê kir, nîvê taxên bajêr ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberê Şîrketa Ceyranê ya bajarê Hesekê Selah Hesen anî ziman ku planek heye ku ceyranê ji stasyona Mebrûkayê bikişînin û bidin tevahî taxên bajêr. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê  Kurdistanê (HRRK) mîhrîcana çandê ya Qamişloyê li navenda xwe dide destpêkirin. Di roja yekemîn de dê planeke bi sernavê "Bîra çandî ya Qamişloyê" tê lidarxistin, piştre şevbuhêreke helbestan tê lidarxistin, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)