ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2026
17 sibat, 2026   02:00

Nûnerê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ziyad Rûstem da zanîn divê mafên Êzidiyan di destûra Sûriyeyê de werin naskirin û parastina wan mîsoger bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvanên jin ên ji Rojava da zanîn ku her tim êriş li ser Rojava tên kirin û bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe çêkin û Rojava biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Seferberî li hemberî êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome û jin mîna hemû pêvajoyan pêşengiyê ji seferberiyê re dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çend rojên dawî de kampa Holê ji aliyê komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û endamên wê yên biyanî ve tê valakirin. Ev yek bûye sedema belavbûna xetereya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di nav civaka Sûriyeyê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî peymana ku di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de hatiye îmzekirin, ji nûve bicîhbûna hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn ber bi dawiyê ve diçe. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Rûspî û Meclisa Rûspiyan a Hesekê bi diruşma "Bi hev re ji bo parastina civaka xwe û mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve, aştiya sivîl erka me hemûyan e, gotina me yek e, ewlekariya me yek e. Ji fitneyan re na, ji tehrîdkirinê re na, ji zimanê kîndariyê na" li bajarê Hesekê civînekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN