Parêzgarê Hesekê komîteyek tibî ji bo entegrakirina beşa tenduristiyê erkdar kir

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Îsa biryara erkdarkirina komîteyekê ji 3 bijîşkan ku li ser entegrasyona beşa tenduristiyê ya parêzgehê di sazûmaniya Wezareta Tenduristiyê de bixebite, da.

Parêzgarê Hesekê komîteyek tibî ji bo entegrakirina beşa tenduristiyê erkdar kir
16 sibat, 2026   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgar Nûredîn Îsa gerînendetiyê Tenduristiyê ya Hesekê Dr. Xalid El Xalid wek serokê komîteyê, Dr. Memo Xelîl Mihemd û Dr. Meryem Ebdurehîm Ehemd weke endamên komîteyê yên pêkanîna vê erkê erkdar kirin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku erkê komîteyê ew e ku kar li ser cîbicîkirina rêbazên entegrasyona beşa tenduristiyê ya parêzgehê li gorî sazûmaniya Wezareta Tenduristiyê ya ku di yasa û rêziknameyên pêwendîdar ên hatiye diyarkirin de, bike.

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehemd El Şeri roja înê biryarnameya tayînkirian Endazyar Nûredîn Ehmed Îsa bo Parêzgarê parêzgeha Hesekê dabû.

(fr)