Li Stenbolê bi kêmanî 10 kes hatin binçavkirin

Polîsan li Stenbolê avêt ser gelek malan û di serdegirtinê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê bi kêmanî 10 kes hatin binçavkirin
17 sibat, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatin parvekirin; polîsan duh bi şev li Stenbolê avêt ser gelek malên Kurdistaniyan. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin. Sedema kesên ku hatine binçavkirin nehat zanîn û polîsan binçavkiriyan bir Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê.