ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2024
17 ÇILE, 2024   02:00

Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza xwe li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dide.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş got dorpêçkirina taxên Helebê û kantona Efrîn û Şehbayê û bêparhiştina welatiyan ji pêdiviyên jiyanê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Mehşûş bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike.

Jinan li kantona Minbicê diyar kir ku biryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên revandî, ne rewa ne û bi wan kiryaran hewl didin berxwedana şêniyan û jinan ên dagirkirinê red dikin, têk bibin.

Beşdarên çalakiya konvedanê ya ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker gotin, ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û dest ji xaka xwe bernadin.

Meclisa bajarê Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên mertalên zindî ji bo hefteyekê li dar dixe û 3 kon; li depoya genim a li bajarê, kargeha pembo û kargeha teksîlê tên vedan, saet di 08.00’an de (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Navçeya Tirbespiyê çalakiyekê ji bo du rojan li ber avahiya Kongra Star organize dike, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

16 saziyên çandî, wêjeyî, hunerî, civakî û olî ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li bajarê Hesekê li dar dixin, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

16 saziyên çandî, wêjeyî, hunerî û civakî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyekê li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê didin, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiyên siyasî yên li kantona Efrîn û Şehbayê der barê dagirkirina Efrînê de panelekê li Hola Serdem ya li navçeya Ehdasê li dar dixin, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xelkê Dêrikê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyekê li ber baregeha DYA’yê ya li balafirgeha Cîr a li Rimêlan dide, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyekê li Stada 4’ê Nîsanê ya li bajarê Minbicê dide, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li navçeya Qenaya ya Kobanê sersaxiyê ji malbata şehîd Dilsoz Degirman re tê xwestin, saet di 13.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala Şanoyê ya Mîtan bi pêşandana şanoya "Kiş Mîr" li navçeya Ehdasê ya Şehbayê didome, saet di 14.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA