’Em dest ji xaka xwe bernadin’

Beşdarên çalakiya konvedanê ya ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker gotin, ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û dest ji xaka xwe bernadin.

’Em dest ji xaka xwe bernadin’
17 ÇILE, 2024   06:41
QAMIŞLO
 SÎMA BIROKÊ

Çalakvanên çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku duh li bajarê Qamişloyê li ber Firina taxa Sînayê hatibû lidarxistin, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Xebat Beşîr destnîşan kir ku ew ê li hember êrişên li ser binesaziya herêmê têkoşîna mezin bikin û got: “Wekî welatparêz û pêkhateyên herêmê em ê her dem di nava berxwedanê de bin.”

Xebat Beşîr diyar kir ku di êrişan de ew tenê dewleta Tirk a dagirker sûcdar nabîne, kesê ku li beramberî êrişan bêdeng in jî sûcdar dibîne.

`EM JI XAKA XWE DERNAKEVIN`

Nasir Rebtê da zanîn ku heta mîsogeriya azadiya welatê xwe ew ê li ser pêyan bin û wiha got: “Helwesta me li hemberî êrişan zelal e. Bi van êrişan dixwaze em ji xaka xwe dûr bikevin, lê bila bizane em dernakevin.”

`HELWESTA GELAN XUYAYÎ YE`

Mihemed Mehmûd jî bal kişand ser lidarxistina çalakiyên gelerî û diyar kir ku ew bi wan çalakiyan helwesta xwe ji raya giştî re didin nîşandan û got: “Rojava ji bo rizgarkirina cîhanê ji xerabiyê gelek berdêl da, mînaka herî berbiçav jî şerê li hember DAIŞ`ê bû. Em ê ji bo parastina welatê xwe her roj bê westan helwesta xwe diyar bikin.”

`EM DEST JI WELATÊ XWE BERNADIN`

Yûsif Elî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi îşekî `tirsanak` bi nav kir û wiha dom kir: “Bila xweş bizane ku em ji êrişî wê natirsin. Li dijî van êrişan asta têkoşîna gelan a bilind derkeve holê.”

Yûsif Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi navê Îslamê bangan dike, lê tişta ku dike jî di tu baweriyê de nayê qebûlkirin. Elî got, dewleta Tirk bi êrişên xwe mirovan birçî dihêle û zirarê dighîne xwezayê û wiha pê de çû: “Em ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe amade ne, bi çi êriş bike jî em dest ji welatê xwe bernadin.”

ANHA