‘Dewleta Tirk dixwaze vîna jinên pabendî axa xwe têk bibe’

Jinan li kantona Minbicê diyar kir ku biryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên revandî, ne rewa ne û bi wan kiryaran hewl didin berxwedana şêniyan û jinan ên dagirkirinê red dikin, têk bibin.

‘Dewleta Tirk dixwaze vîna jinên pabendî axa xwe têk bibe’
17 ÇILE, 2024   05:42
MINBIC

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku biryarên dewleta Tirk ên li dijî jinan, hewldanên binkeftî ne ku jê armanc dike berxwedana şêniyan û jinan ên li dijî dagirkeriyê, têk bibe.

Ibtîsam wiha axivî: "Dewleta Tirk siyasetên xwe yên hovane li dijî şêniyên herêmên dagirkirî û jinan didomîne, jixwe ji ber koçberiyê, kuştin, girtinê û revandinê êş û zehmetê dikişînin."

Ibtîsam têkildarî biryarên li dijî jinên revandî got: "Ev biryar, pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dikin. Diyar e ku dewleta Tirk li hember vîna jinên berxwedêr ku bi axa xwe ve girêdayî ne, nikare xwe ragire. Ji ber ku hêzê dide zarok û malbatên xwe ji bo ku li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Azadiya civakê ji azadiya jinan e."

Her wiha Ibtîsam bang li cîhanê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî dike, aşkera bikin.

Welatiya bi navê Buseyne El Hesen jî got: "Kiryarên li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, sûc in û dîrok wê ji bîr neke."

Rîm Derwîş jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji sûcên li dijî herêmên dagirkirî pêk tine, dixwaze welatiyan koçber bike, ji ber wê nemaze jinan dike hedef, ji ber ku dizane jin "bingeha ax û civakê ne."

Emîne El Cerah jî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

(şx)

ANHA