ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-2-2024
16 sibat, 2024   02:00

Lêkolînera pirsgirêka Kurd Karian Therese Westerheim bang li berpirsên siyasî û nûneran Kurdan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xurtî bikevin tevgerê. (BI WÊNE)

Pisporên ji Misirê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir û destnîşan kir "heke mirovahî ji serokek û ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûd negire, dê ji kê bigire?" (BI WÊNE)

Jinan êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan şermezar kir û got êrişa li dijî jinên pêşeng nîşaneya bêçarebûn û tirsa dewleta Tirk a ji îradeya jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Dermanxaneyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ˊXurtkirina rola dermanxaneyan di nexşekirina siyaseta tenduristiyê deˊ kongreya xwe ya çaremîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA