‘Êrişa li dijî gaziyên şer asta bêçarebûna dewleta Tirk nîşan dide’

Jinan êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan şermezar kir û got êrişa li dijî jinên pêşeng nîşaneya bêçarebûn û tirsa dewleta Tirk a ji îradeya jinan e.

‘Êrişa li dijî gaziyên şer asta bêçarebûna dewleta Tirk nîşan dide’
16 sibat, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker 11’ê Sibatê avahiya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamişloyê bombebaran kiribû. Di encamê de ji fermandarên YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûbûn.

Welatiya bi navê Emîne Esaf a ji Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişa li dijî Federasyona Gaziyên Şer şermezar kir. Emîne Esaf anî ziman ku ew bi şehadeta Sorxwîn û Azadî serbilind in û got, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûc û çavnebariyên dagirkeran xurttir e.

Emîne bal kişadn ku dewleta Tirk fermandar Sorxwîn û Azadî yên ku dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine şehîd xistin û wiha domand: "Ev tê wateya ku dewleta Tirk dixwaze heyfa DAIŞ’ê hilîne û wê li herêmê zindî bike. Ne Erdogan û ne jî yên mîna wî dê karibin vîna me bişkînin. Em ne ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û ne jî ji fikrê DAIŞ’ê ditirsin."

Welatiya bi navê Hêvîn Mihemed jî girîngiya girêdana bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan ve destnîşan kir û got: "Bila Erdogan baş bizane ku em dev ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin. Em bi şehîdên xwe bawer in. Dagirker çiqasî êrişên xwe zêde bike nikare îradeya me bişkîne. Em ê berxwedana xwe ya li ser esasê hebûn û nebûnê berdewam bikin, vebijêrka sêyemîn tune ye."

Welatiya bi navê Nûra Hisên got, ew bi şehadeta Sorxwîn û Azadî serbilind in û wiha domand: "Ramanê me heq e, lew ra dagirker wê nikare me îmha bike."

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Nîroz Muslim êrişa li dijî federasyona gaziyan şermezar kir û wiha got: "Qirêjiyê dewleta Tirk a dagirker gihiştiye lûtkeyê. Sûcên ku pêk tîne tevahî qanûnên navneteweyî yên şer derbas kirine."

Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Kantona Tebqayê Dilşan Muslim jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker pirsî.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl got: "Wan hevalan di oxira ku li welal jiyaneke azad û bi rûmet werin mîsogerkirin de û di rêya têkbirina terora DAIŞ’ê de parçeyên ji bedena xwe dan. Lê dewleta Tirk xwest heyfa çeteyan ji wan têkoşeran hilîne û mala birîndaran kir hedef."

(bb)

ANHA