ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2025
15 kanûn, 2025   02:00

Endamê komîteya danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku di vê demê, hewce dike ku gotara nefretê kînê di navbera pêkhateyan de were rawestandin û diyaloga neteweyî were xurtkirin, ji ber ku diyalog rêya bingehîn a avakirina Sûriyeyeke demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Guhertina demografîk li taxa Mezê 86 a Şamê her ku diçe zêde dibe, ji tirsê û aloziya aborî şêniyên Elewî yê taxê malên xwe difiroşin, di heman demê de şêniyên nû li taxê bi cî dibin. BI WÊNE

Endamên rêxistina PYDˊê ya Helebê diyar kir ku pêdiviya serxistina Pêvajoya Aştî û Civakî Demokratîk bi şefafiyet û avêtina gavên rastîn ên destûrî ji hêla dewleta Tirk ve heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Seroka Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku di sala yekem piştî hilweşîna rejîma Baasê de eşkere bû ku zîhniyeta ku jinan bi dehan salan paşguh dike berdewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hilweşîna rejîma Baasê li Helebê re, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan û binesaziyê êrişên berfireh pêk anîn. Li gel hêzên parastinê, bi deh hezaran şêniyên ji hemû pêkhateyan dijî van êrîşan bûn mertal. Bendava Tişrînê jî bû sembola vê berxwedanê. BI WÊNE

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê, ji bo ciwan û zarokan, çalakiyên xwe yên curbicur ên bi armanca parastina mîrasa gelêrî li gel nifşê nû dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê kongreay xwe ya 5ˊan li hola yekitiyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li bin konê şehîd ê li gundê Til Tişrînê hatiye vedan, sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Şiyar Dirbêsiyê (Newres El Selman), 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê civîna xwe ya salane li dar dixe, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ehmed Reşîd li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Malik Mihemed El Xelîl li pakrewangeha bajêr defin dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hemed Xelef El Nasir li Pakrewangeha Şedadê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star bi sernavê "Jin û Parastin" panelekê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN