Li Idlibê li dijî dewriyeyekê êriş, kuştî û birîndar çêbûn

Di êrişa li dijî dewriyeyek ewlehiyê li ser rêyên gundewarê Idlibê de hejmarek ji endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Idlibê li dijî dewriyeyekê êriş, kuştî û birîndar çêbûn
14 kanûn, 2025   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku vê êvarê dewriyeyeke ewlehiyê li herêma Meiret El Nûman li başûrê pira başûrê rastî kemînekê hat.

SOHRˊê da zanîn ku li nêzî şûştingeha Derwêş êriş pêk hat, di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta veguhêz hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ev yek, di çarçoveya berdewama rewşa tevliheviya ewlehiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, pêk hat.

(fr)