Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn

Di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û artêşa Lubnanê de li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûnek rû da.

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn
14 kanûn, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema artêşa Lubnanê hewl dide rêyeke qaçaxçîtiyê bigire û serdana komek qaçaxçîtiyan bike, di navbera wê û hêzên hikumeta veguhêz de li herêma Meşrefe ya li ser sînor a di navbera Hirmil û Qai de pevçûn derket.

Çavkaniyên ragihandinê yên Lubnanê da zanîn ku artêşa Lubnanê ji hundirê axa xwe ve hat gulebarankirin, bi êw re pevçûnek heta 10 deqeyan rû da.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî bûyerê, aliyê Lubnanê têkilî bi îsîtxbarata Sûriyeyê re danî û wê jî bersiv da ku encam "ji ber têgihîştina şaş bû".

Ev bûyer, digel berdewama tevliheviya ewlehî li ser sînorê Sûriye-Lubnanê, bi taybet bi berdewamkirina kiryarên qaçaxçîtiyê û tedbîrên artêşa Lubnanê yên girtina deriyên nerewa de, pêk hat.

(fr)