ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2023
16 kanûn, 2023   02:00

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li Girkê Legê destnîşan kir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin û piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk a dagirker de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama MSD`ê Dalya Henan destnîşan kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk di çarçoveya plana valakirina Şehbayê ji gel de, êriş dikin û ambargo girantir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên Reqayê rola ku di Hevpeymana Civakî ya nû de ji êl û eşîran re hatiye dayîn, bi erênî nirxand û destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî derfetên berfireh dide êlan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên li Minbicê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin berhemên xwe berhev bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên efrînî yên li Kampa Berxwedan diyar kir ku ji ber dorpêç û tunebûna mazotê gelek zehmetiyan dikişinin lê bi berxwedan û têkoşîna xwe dê dorpêçê têk bibin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 9′emîn a Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hatiye destpêkirin, derbasî roja duyemîn dibe, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya çalakiyên li navçeyê yên girêdayî piştigirya gel a berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên lidarxistin de xelkê Til Hemîsê rojekê dikeve greva birçîbûnê. Saet 8:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

xelkê Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Silêman El Salih oxir dike, saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê 6 hevrêyên xwe ku di encama balafireke artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn di salvegera wan a duyemîn de bi bîr tînin, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê bi sernavê ′Firat û Reng′ 2.Sempezyûma Hunera Şêwekariyê li dar xist û ev sempozyûm di roja 4′an de dewam dike, saet 11:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA