Endama MSD`ê: Hikumeta Şamê dixwaze Şehbayê vala bike

Endama MSD`ê Dalya Henan destnîşan kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk di çarçoveya plana valakirina Şehbayê ji gel de, êriş dikin û ambargo girantir kirine.

Endama MSD`ê: Hikumeta Şamê dixwaze Şehbayê vala bike
16 kanûn, 2023   03:39
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Ev 5 sal e hikumeta Şamê li dijî koçberên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, ambargo daniye. Bi hatina demsala zivistanê re ambargo li ser Şehba û taxên Helebê yên Şexmeqsûd û Eşrefiyê hate girankirin. Ji 23`yê Mijdara 2023`yan heta niha herêma Şehba di taritiyê de ye ku kehrebe birîne. Di 26`ê Mijdarê de ji ber tunebûna sotemeniyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê dabû. Ji ber ambargoyê Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê jî ji xizmetê derketiye. Di encama ambargoya hikumet Şamê de zaroka bi navê Sozdar Hesen a 4 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabû.

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dalya Henan têkildarî ambargoya li ser Şehbayê û taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ANHA`yê re axivî.

‘AMBARGO DEWAM BIKE DÊ KERASETÊN MIROVÎ ÇÊBIN!

Dalya Henan diyar kir ku bi xurtkirina ambargoya hikumeta Şamê re jiyan li Şehba yê rawestiye û wiha bal kişand ser xetereyê: “5 sal e gelê Efrînê ji bo vegera li warê xwe li kampan di nava zehmetiyên mezin de dijî. Li dijî vê jî hikumeta Şamê bi danîna ambargoyê jiyana wan koçberan zehmettir kiriye. Di her demsala zivistanê de hikumeta Şamê ambargoyê dijwartir dike. Ji ber rewşa zivistanê gelekî zehmet derbas dibe. Sotemenî, pêdiviyên jiyanî, gaz, kehrebeyê qut dike. Niha jiyan li herêmê hatiye rawestandin. Hemû kar û xebat hatiye sekinandin. Nexweşxaneya li herêmê ji ber tunebûna kehrebe û sotemeniyê jî ji sedî 80 sekiniye. Ev bandorê li zarokan dike ku ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin. Heke ev rewş bidome dê kerasetên mirovî çêbin.”

‘DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN’

“Hikumeta Şamê bi vê ambargoyê dixwaze îradeya gelê li wir bişikîne û gel ji herêmê derxe.” Bi van gotinan Dalya Henan îşaret bi planê hikumeta Şamê kir û got: “Hedefa wan a yekemîn valakirina herêmê ye. Her kes gihaştiyê vê encamê ku gelê Efrînê bi hêviya vegera Efrînê bi israr û biryardarî li Şehbayê dimîne. Vê hêviyê dikin hedef da ku herêmê vala bikin û vegera Efrînê bidin jibîrkirin. Ev naçe serî. Gel li ber xwe dide.”

‘LI HEMBER ÊRIŞAN BERXWEDAN DIDOME’

Dalya Henan anî ziman ku bi dijwarkirina ambargoyê re êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê jî li ser Şehbayê zêdetir bûne û got: “Helbet ev her du êriş ji hev ne qut in. Ji bo pêkanîna xeyala Misaqî Mîllî dixwazin herêma Şehba, Şexmeqsûd, Eşrefiyê vala bikin. Gelê li Şehbayê li ber xwe dide û bi moral e. Israra wan a berxwedanê zêdetir dibe, helwesta wan cihê rûmetê ye. Çi qas jiyana wan zehmet bikin ew qasî jî rê û rêbazên berxwedanê diafirînin.”

Endama MSD`ê Dalya Henan bang li hemû saziyên mirovî kir ku yekser mudexeleyî ambargoyê bikin û got: “Jiyana bi hezaran mirovan di xetereyê de ye. Ev ambargo li dijî hemû pîvan û zagonên mirovî, exlaqî ye. Divê saziyên derve yên mafê mirovan û yên hiqûqî li dijî vê xwedî helwest bin û zextê li hikumeta Şamê bikin.”

ANHA