′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′

Beşdarên Foruma Eşîrên Reqayê diyar kir ku armancên wan yek e û divê hemû peyama wan a gihandina ber bi Sûriyeyek pirrengî û nenavendî ve baş tê bigihîjin.

′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
′Peyama me Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava be′
15 kanûn, 2023   20:47
REQA

Bi vexwedana êla El Welde ya li Reqayê û bi armanca zêdebûna hevgirtin û xurtkirina mozaîka civakî di nava eşîran de û girêdana di navbera Rêveberiya Xweser û gel de li Reqayê Foruma Eşîran hate lidarxistin.

Di forumê de rûspî û şêxên eşîrên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên leşkerî û sivîl beşdar bûn.

Li ser navê êla El Welde Cîhad El Xelef axivî û wiha got: "Civandina me ya îro civandina hezkirin û banga aştiyê ye. Ev forum kevirê bingehîn a nûnertiya hevdîtinên ji bo diyaloga Sûriyeyî ye."

El Xelef wiha domand: "Em hemû yek in û tevahî hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê dizanin. Lê em nahêlin ev fiten belav be û bang li eşîran dikin bi erkên xwe û rolên xwe yên erênî ji bo têkbirina van fitneyan rabin."

Rûspiyê êla El Welde şêx Hamid El Ferec jî axivî û got: "Ji ber pêdiviya me ya hevgirtinê bi rêveberî û xelkê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê re heye, em li vir kom bûne. Em li vir dîmenekî baş ji gelê me yê li Siwêda heta bi Efrîn, Serêkaniyê û Dêrikê pêşkêş dikin."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Zohat jî wiha got: "Dema bajarê Reqayê wêrankirî bû, li hember tevahî cîhanî sekinî, bi hevgirtina xwe bajarê xwe ava kirin û ji bo tevahî Sûriyeyê bû nimûne."

Zohat wiha domand: "Ew herêmê veguherî herêmekê balkêş ji bo tevahî sûriyeyiyan ku berê Reqayê nas nedikirin. Niha ji tevahî Sûriyeyê li Reqayê hene."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em Rêveberiya Xweser hewldanên ji bo lidarxistina vê forumê silav dikin. Em bi hêvî ne em hemû li dijî teror, tundrawiyê bibin yek û bi azad û aştî bijîn."

Osman di dawiyê de got: "Çi astengî û qedexe heye ev hevdîtin li Şamê çêbin û em jî beşek ji van diyalogan bin. Me, Rêveberiya Xweser beyannameyek dabû destpêkirin û bi rêya Hevpeymana Civakî anî ziman ku em bi yekitiya xaka Sûriyeyê re ne û divê yên ku hewl didin di ava qirêj de nêçîrê bikin peyama me baş bizanin. Armanca me yek e; gihandina ber bi Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ye."

Ev foruma duyemîn e ku êla El Welde bang li eşîran dike ku ji bo xurtkirina mozaîka civakî mîna van hevdîtin û foruman li dar bixin.

(fr)

ANHA