ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2023
16 mijdar, 2023   02:00

 Jinên ji Minbicê piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya ‎wan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Yezen El Kiço gelek salan bi xwe re di nava nîqaşan de bû û di dawiyê de bawer kir ku ‎parastina welat erkekî exlaqî ye; ji lew re li gelek eniyan têkoşîn kir û tevaî 28 hevalên xwe ‎gihaşt asta şehadetê.‎

Çalakvanê siyasî Adil Osman diyar kir ku PDK li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo pêngava ‎azadiyê qedexe dike û got “PDK rasterast li hember têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo disekine.”‎ (BI WÊNE)

Saziya Pirkirina Tovan a Reqayê ji bo bidestxistina tovên baş, 800 peyman bi cotkarên genim re ‎îmze kirin. Hemwextî wê, belavkirina tov li cotkaran, didome. ‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Gerînendetiya Ruxset a Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî Bera El Wasil ‎destnîşan kir ku xebatên ruxsetkirina şîrket û dikanên pevguhertina diravê li herêmên ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek girîng in û armanca wê pêşxistina aboriya herêmê, ‎teşwîqkirina razemeniyê, yekkirina nirxê pevguhertinê û wan bixin bin çavdêriyê.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser avakirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê ku dê di demeke nêz de ji ‎bo xwendekaran bê vekirin, bi dawî kir.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê li Xezayê tevî tevgerên herêmî û navneteweyî didome, hemwextî wê tu çareserî di dema ‎nêz de tune ne, nexasim ku Îsraîl îsrar dike destkeftiyên leşkerî bi dest bixe, li hember wê jî ‎Hemas gelek kartên hêzê di destê xwe de hiştine wek dosyaya dîlgirtiyan, di encamê de jî dibe ‎ku bandoreke mezin li Sûriyeyê bê kirin.‎ (BI WÊNE)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Kongrea Star a Herêma Firatê li navçeya Şêran semînerekê dide, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Tevgera Hîlala Zêrîn pêşangeha wênexêziyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çandin û Hunerê ya Qamişloyê bi diruşma ′Şoreşa Jin bi hunerê geş dibe′ li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê şehîdên Mijdar û Kanûnê li avahiya meclisê bi bîr tîne, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Kîsra ya rojavayê Dêrazorê şehîdên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li qada Kîsra bi bîr tîne, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya li herêmê li hola civînan a Melisa Herêma Rojava panelekê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê cenazeyê şehîd Idrîs Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêre, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jin a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi diruşma ′Bi hev re parastina zarokatiyê bikin′ li çerxerêya sûka Sîna ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV_DEM) a kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ser rêya di navbera Til Qerah û kampa Serdemê de meşekê li dar dixe, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Hesekê çalakiya konvedanê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê bi dawî dike, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo şehîdên Cotmehê ku di dem û cihên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA