Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed

Şehîd Luqman Amed yek ji gerîlayên salên 1980`yî ye. Bi rêya wî malbata wî tevgera azadiyê nas kiriye û heta niha li dû şopa wî ye. Sala 1996`an nameyekê ji çiyayên azad ji malbata xwe re dişîne û vê daxwazê dike: “Şoreşê wek a xwe bibînin, ji bo azadiyê tê bikoşin.”

Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
Ji nimûneyên serhildêrên Kurdistanê; Şehîd Luqman Amed
16 mijdar, 2023   09:24
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro salvgera 23`yan a şehadeta Luqman Amed (Luqman Şêxî) ye. Şehîd Luqman di 16`ê Mijdara 2000`î de ji ber îşkenceya dewleta Tirk a dagirker di zindana Amedê de şehîd bû.

Şehîd Luqman Amed di 15`ê Nîsana 1996`an de ji çiyayên Kurdistanê ji xwişka xwe re nameyek ku mohra “Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê” li ser heye, şandibû. Di nameyê de qala bedewî û hewaya çiyayên welatê xwe dike û dibêje zinar, dar û çemên li çiyayê Kurdistanê wan hembêz dikin. Di nameyê de dibêje, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê jiyana gelan bixemilîne û wan azad bike. Jiyana gerîlatiyê bi qasî bedewbûna Kurdistanê xweş e, ew bi demê re ketine pêşbirkê heta ku bigihêjin armancên xwe yên pîroz anku azadiyê. Ez ji we dixwazim hûn şoreşê wek a xwe bibînin, ji bo azadiyê di wê şoreşê de tê bikoşin.”

LUQMAN AMED KÎ YE?

Di 1961`an de Luqman Şêxî li taxa Qidûrbegê ya Qamişlo ji dayik dibe, heta refa 12`an di dibistanên li Qamişloyê de dixwîne û serkeftî derbas e. Luqman biçûkê malê bû û birayekî dilnerm û delalî bû.

Piştî temamkirina perwerdeyê, ji bo komkirina heqê xwendina derveyî welat, derbasî Erebistana Siûdî bû, piştî demekê vegeriya û li gundê Bilêc ê bajarokê Til Merûf ê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bû mamosteyê dibistana seretayî. Li wir di salên 1980`yî de şehîd Luqman Tevgera Azadiyê nas kir.

Malpera Şehîdên Azadiyê nameya hevrêyekî Luqman Şêxî tevî nasnameya şehadeta wî belav kir û naveroka wê wiha ye: "Em bi hev re rojane di mala wî ya biçûk de dicivîn. Me ji xwe re bi êvaran diaxivî, li ser rewşên siyasî û civakî yên heyî bi hêrs dibûn. Ji ber ku tu hêviyeke çareseriyê tune bû. Êvarên me li ser me dibûn bar. Me tenê dixwest dem derbas bibûya."

Hevrêyê Luqman di nameya xwe de li ser çawaniya naskirina Luqman ji tevgera azadiya Kurdistanê re axivî û got: "Di rojekê de min ciwanek di mala hunermend Mihemed Şêxo nas kir. Ew ciwan bi coş li ser fikrên xwe yên siaysî diaxivî û ez jî bê deng bûm û min li nîqaşên di navbera wî û beşdaran de guhdar dikir. Min ji xwe re got em li vê yekê digerin. Belê tiştê ew ciwan pêşkêş dike piranî ciwanên ji tevgera Kurdî mixabîn in, pê difikirin. Ji ber tevgera Kurd di mijar û nakokiyên tu têkiliya wan bi fikir û îdeolojiyan re tune ye tevlihev bûn. Partiyek dibêje em gel in û yek jî dibêje em kêmnetewe ne, partiyek dibêje hêk beriya mirîşkê ye û yek jî berovajî wê dibêje. Ew ciwan di pêşkêşkirina fikrên xwe de zelal û cesaret bû. Li ser dîroka Kurdistanê bi awayekî aşkera ku berê me nebihîstibû diaxivî. Li ser mafên Kurdan ên çarenûsê  û avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe diaxivî. Her fikreke komunîst a hişt a ku wê demê bi serkêşkya Bekdaş bû diderewand. Heta Yekitiya Sofyet jî ji rexneyên wî nedifilitîn. Her wiha çawa dewleta komunîst û kî li dora wê dizîvire ji fikrên Lenînîzmê dûr ketine aşkera kir û partiyên komunîst tenê bûne desthilatên çewsîner ji bajarokên xwe re û ji nîşaneyên damezrînerên xwe dûr ketine jî diyar kir."

Hevrêyê Luqman di nameya xwe de wiha dewam kir: "Dema ciwan derket û bi şev bû, ez ketim pey wî û min li kolanê sekinand û ji min jê xwest em hev bibînin û oxira dawî ji min xwest. Di roja din de serdana min kir û ji min re li ser partiya xwe axivî û got navên wê PKK′ê ye û hin belgeyên partiyê ku îdeolojiya wê şîrove dikin dan min. Piştre êvarên em li mala Luqman dicivînê qut bûn. Piştî çend rojan ez hatim gel wan da ku li ser wî ciwanî û partiya nû ya bi navê PKK′ê ji wan re bêjim. Luqman der barê pêşkêşkirina PKK′ê de dudilî nebû û em çûn gel hev û hatin. Dûre em hevalên li mala wî kom dibûn ji hev veqetîn. Wê demê ji kesên bi hev re dicivîn şehîd Mihemed Salih hebû û ew destpêkê razî nebû ku tev li hevdîtinên me bi hevalê ku ji Bakurê Kurdistanê hatibû bibe."

PIŞTÎ KU TEVGER NAS KIR NEÇÛ DERVEYÎ WELAT

Dema tevger nas kir, tevî ku kaxezên xwendina derve jê re hatibûn amadekirin jî, rêya derketinê ji plana xwe avêt û derbasî nava xebatên Tevgera Azadiyê bû. Luqman Amed (Luqman Şêxî) ji ber zextên rêjîma Sûriyeyê bi awayekî veşartî bi hevrêyên xwe re li gelek malên herêma Cizîrê digeriya. Luqman Amed gel li gorî pêvajoya wê demê kom dikir û li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan civîn li dar dixistin. Ew yek ji ciwanên destpêkê bû ku amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dikir. Carekê jî ji aliyên rejîma Sûriyeyê ve tê girtin.

BÛ GERÎLAYÊ AZADIYÊ

Di nava xebatê de Luqman Amed Rêber Abdullah Ocalan gelek caran dibîne û beşdarî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dibe. Ji bo rizgarkirina gelan ji zilm û zora desthildaran û avakirina civakeke azad, di sala 1986`an tev li nava refên tevgera rizgariyê dibe.

Piştî tevlêbûnê, Luqman Amed li herêma Cizîrê dibe berpirsyarê xebata tevgera azadiyê, li beşên din ên Kurdistanê jî kar û xebatê dimeşîne. Li Başûr di sala 1991`an de wekî gerîla di Raperîna Başûr de rolê dilîze.

FERDÊN MALBATÊ BI NAVÎ WÎ XEBATÊ DIKIN

Luqman Amed carekê ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker birîndar dibe. Ew di sala 2000`î de li Amedê ji ber îşkenceya gardiyanan şehîd dibe.

Xwişka Şehîd Luqman Amed Hilwa Yûsif da zanîn ku malbatê bi rêya şehîd Luqman Amed tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye, bi saya wî deriyê malê li ber tevgerê hat vekirin û heta niha jî vekirî ye û got: “Zarokên xwişk û birayên me di nava kar û xebatan de ne, navê xalê xwe rakirine. Em ê jî li ser xeta şehîd û birayê xwe bimeşin.”

ANHA