ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2025
16 cotmeh, 2025   02:00

Rojnameyên çapkirî bi dijwariyeke hebûnî ya bêhempa re rû bi rû ne. Rojnameya Ronahî ji bo parastina mîrateya xwe û temaşevanên xwe ku hîn jî guhertoya çapkirî tercîh dikin, tê dikoşe.

Refîq Xefûr da zanîn ku ji ber ku niyeta Rêber Abdullah Ocalan û Kurdan a çareseriyê ye, bi cesaret gavan diavêjin, lê niyeta dewleta Tirk ne zelal e û bi awayekî taktîk li pêvajoyê dinêre.

Koçberên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne û niha li kantona Tebqayê dijîn, diyar kir ku ji bo ku vegerin malên xwe, divê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derkevin, milkên desteserkirî werin vegerandin û kesên girtî tavilê werin berdan.

Ji dema hatina hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve bo deverên derdora Dêr Hafirê, hêzên wê gelek caran êrişî deverên sivîlan kir û di encamê de 8 sivîl ku di nava wan de zarok jî hene, şehîd bûn û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê nerazîbûna xwe li ser dorpêçkirina berdewam a ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve anîn ziman. Jinan da zanîn ku astengkirina derbasbûna mazotê dê di zivistanê de bibe sedema kareseteke mirovî.

Apê Casim El Nasir ji saetên serê sibê ve li ser qeraxên çem radiweste û tora xwe ya masîvaniyê vedigire, lê gelek caran vala vedigere. El Nasif gazinan dike ku hin kes bi alavên qedexe masîgiriyê dikin ku zirarê didin jiyana binav.

Li hemberî kiryarên revandinê û girtina rêyan ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên nerazîbûnê nîşan dan û got ew kiryar bi armancên tevliheviya ewlehî û têkbirina aramiya herêmê ne.

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê rêgezên îdeolojiya azadiya jinê, li hola Navenda Çand û Hunerê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê û Komîteya Çandê ya bajarê Eyn Îsayê Festîvala 6ˊemîn a Girê Spî ya Çand û Kulturê li kampa Til Semin li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo gerîlayê HPGˊê Masîro Dêrik li navenda ciwanan merasîmeke xiyabî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Organîzetorên Pêşangeha Herekol a Pirtûkan a Navdewletî ya 9’emîn bi civîneke çapemeniyê bernameya pêşangehê û çalakiyên wê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê radigihîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Hesekê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 33ˊyan de li Xwaringeha Marbêla, çalakiyekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Tebqayê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Reqayê şanoyeke koma hunerê gelê li Dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Tebqayê pêşkêş dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Wêjeyê ya kantona Firatê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotûbêjkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li Parka Ronîwar a Kobanê, komcivînekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Dostên Mûzexaneya Reqayê bi hevkariya Desteya Çandê ya Reqayê bi navê "Rojên Çandê" li Nivîsgeha Wetenî ya Reqayê, çalakiyeke 3 rojan li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Ramiz Mihemed Bîlal li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo gerîlayê HPGˊê Masîro Dêrik û şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Ramiz Bîlal li navenda ciwanan merasîma sersaxiyê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN