ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2026
16 nîsan, 2026   02:00

Parêzer Xalid Omer got Tirkiye cidî nêzî Pêvajoya Aştiyê nabe û biryarên dadgehên Ewropayê yên mafên mirovan ên girêdayî Rêber Abdullah Ocalan pêk nayne. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û siyasetmedarên daxwaza bicîhanîna bilez a Peymana 29`ê Çileyê kir û diyar kir ku divê mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de werin bicihkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Macid Wehbî destnîşan kir ku hîna li Sûriyeyê mirov têne revandin, kuştin û malên wan têne wêrankirin û ev yek dibe sedem ku aşît çênebe. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û siyasetmedarên li Girkê Legê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava banga derbaskirina nakokiyan û avakirina hevkariyeke siyasî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ji Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê qeydên weqfên Osmanî yên Şam, Heleb û Hemayê xwestin. Bazirgan û xwediyên dikanan ditirsin ku milkên wan ji destê wan bigirin.

Bi hatina biharê re û piştî barîna zêde ya baranê, çolên li derdora Qamişloyê şîn bûne û bûne cihê seyran û bêhnvedanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê li ser Zayenperestiyê panelekê li Akademiya Civaka Demokratîk dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Civaka Ermenî bi sernavê "Qirkirina Ermeniyan: di navbera bîranîn û mirovahiyê de" li hola Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê semînerekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN