Îmaratê gazî balyozê Iraqê kir û peyama protestoyê dayê

Îmaratê gazî berpirsê karûbarên balyozxaneya Iraqê kir û peyameke protestoyê ya der barê êrişên ji axa Iraqê yên ku li dijî Îmaratê hatine kirin de da wî û diyar kir ku ev êriş qanûna navneteweyî bin pê dikin.

Îmaratê gazî balyozê Iraqê kir û peyama protestoyê dayê
15 nîsan, 2026   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê gazî berpirsê karûbarên balyozxaneya Iraqê li Ebû Dabî kir û peyameke protestoyê ya fermî ya der barê êrişên ku wekî "êrişên terorîstî" bi nav kirine de da wî.

Ajansa Nûçeyan a Îmaratê (WAM) ragihand ku Wezaretê gazî balyozê karûbarên Iraqê Omer Ebdulmecîd Hemîd El Ubêdî kiriye û peyama protestoyê ya der barê êrişên ji xaka Iraqê ve li dijî Îmaratê tên kirin de radestî wî kir û ew li ser şermezariyên Îmaratê yên têkildarî êrişan de agahdar kiriye.

Îmaratê ev êriş red kirin û destnîşan kir ku ew tesîsên girîng ên dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê hedef digirin û wekî binpêkirina serweriya dewletê, binpêkirina qanûna navneteweyî, gefxwarina li ser aramiya herêmî û têkbirina hewldanên navneteweyî yên pêkanîna ewlehiyê bi nav kirin.

Hikumeta Iraqê jî daxwaza girtina tedbîrên lezgîn kir ku pêşî li kiryarên wiha werin girtin û xaka wê nebe sedema pêkanîna kiryarên dijminane.

(fr)