Şehîd Zinar Aşmê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Şêniyên Kantona Firatê şervanê QSD`ê şehîd Zinar Aşmê bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

14 îlon, 2025   23:20
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser şervanê QSD`ê Zinar Aşmê (Cemal Ednan Derwêş) ku di 13ˊê Îlona 2025ˊan di encama qezaya Leşkerî li Kobanê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kir. 

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûre rêvebera Kongra Star a bajarê Qinayê yê rojavayê Kobanê Sûad El Demir sersaxî ji malbata şehîd Zinar Aşmê re xwest û got ku ew ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin.

Sûad diyar kir ku şehîdan bi tîpên zêrîn dîroka azadiyê nivîsandin û wiha got: "Em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernadin, ji ber ku şehîdan bi hemû hêza gelê xwe parast, xeta ku wan ji xwe re bingeh girtibû, em ê li ser wê xetê bimeşin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Ismaîl Elî destnîşan kir ku ew soz didin şehîdan ku ew ê şopdarê şehîdên xwe bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin û got: "Şehîdan ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kir, divê gelê me jî mîrasa şehîdên xwe biparêzin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em jî soz didin ku em ê şopdarê şehîdên xwe bin û ala wan hildin."

Dûre wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan û dirûşma "Şehîd namirin" oxir kir.

(sş/şx)

ANHA