ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 - 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 - 9 – 2024
15 îlon, 2024   02:00

Dewleta Tirk a dagirker heta niha jî binkeftina DAIŞ`ê ya li Kobanê û bidawîkirina wê di aliyê erdnîgarî de li Sûriye û Iraqê, qebûl nekiriye. Ji ber ku DAIŞ li Sûriyeyê amûra dewleta Tirk e. Wê herêmên dagirkirî ji DAIŞ`ê re kirine stargeh û di pêkanîna planên xwe bi rêya êrişên li ser herêmê de bi israr e. 

Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li hemberî polîtîkayên dewletê 2 sal li pey xwe hiştin. Felsefeya ’Jin, Jiyan, Azadî’ ku bingeha wê ji Kurdistanê deketiye, di têkoşîna azadiyê ya jinan de bûye dirûşmeke gerdûnî.

Saziya Giştî ya Pembo amadekariyên wergirtina pembo didomîne. Cotkaran jî bang li Rêveberiya Xweser kir ku li gorî lêçûna hilberandinê, buhayê pembo diyar bike.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih da bandora derbeyên li kurahiya Rûsyayê li ser Sûriye û Iraqê, dosyaya normalîzekirina Şam-Enqere, serdana serokkomarê Îranê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, her wiha hewldanên agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de

Beşa yekemîn a guhertina materyalên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêbazên dayîna dersan temam bû.

Xelkê Holê li gundê Xan sersaxiyê dide malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li stadyûma Rimêlanê ji bo şehîd Mordem Eylol li stadyûma Rimêlanê merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a kantona Firatê der barê helwesta xwe ji ʹMîhrîcana Filman a Kobanêʹ ku vê dawiyê li Almanyayê hatiye lidarxistin li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê hemwextî salvegera êrişên çeteyên DAIŞʹê li ser Kobanê li pêş navenda rêveberiyê ya li Kobanê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo cenazeyê şehîd Bîlal Temir li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir dike, saet 16:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 1ʹemîn a ʹÇand -Xula Helbestêʹ di roja wê ya sêyemîn de li Parka Xwendina ya Qamişloyê dewam dike, saet 17:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)