Netanyahu: Em ji bo şerekî berfireh li bakur xwe amade dikin

Kanaleke Îsraîlî ragihand ku di nîqaşeke stratejîk ku duh hat lidarxistin de, Netanyahu got, "Em ber bi hemleyeke berfireh ve diçin."

Netanyahu: Em ji bo şerekî berfireh li bakur xwe amade dikin
14 îlon, 2024   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl li bakur ber bi hemleyeke leşkerî ya berfireh ve diçe.

Li gorî kanala 13ʹan a Îsraîlê, rayedarekî mezin ê daîreya Netanyahu de got hîna demoka tevgerîna leşkerî diyar nebûye, lê dê di demeke nêz de pêk were.

Kanala 13ʹan vê êvarê got di nîqaşa stratejîk a duh pêk hatiye de Netaynahu got ew li bakur ber bi hemleyeke leşkerî ya berfireh ve diçin. Kanalê anî ziman ku li gorî texmînên ewlehiyê pêdiviya berfirehkirina şerê li bakurê bi kêmkirina hebûna leşkerî li Xezayê heye.

(fr)