ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 4 – 2025
15 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Şedadê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku "peyama dawîn a Rêbertî banga aştî û jiyana hevbeş a ji bo hemû pêkhateyan û wekhevî û edaletê ye". BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo êzidiyan çarşema serê Nîsanê anku Çarşema Sor, roja destpêkirina jiyan û afirandinê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî diyar kir ku rêya yekane ya misogerkirina vegera ewle û îstîqrarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê werin derxistin, e. BI WÊNE Û DÎMEN

Di Festîvala Şehîd Yekta Herkol a şanoyê de ku herî dawî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, cara yekem şanoyên monodrama hatin pêşkêşkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî têkçûna demsala çandiniya genim û ceh, ji ber kêmbûna bajarê, gelek cotkar berê xwe dane çandiniya sebzeyên havînê. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariyên Gel ên bajarên Çilaxa û Dêrikê ji bo zêdekirina xizmetan xebatên xwe didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser a 23’yê Çileyê de ji bo hêsankirina kar û barên penaberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên ku dixwazin vegerin herêmê xwe beşek ji koçberan ji kampa Erîşa vedigere Dêrazorê. Ev yek bi çavdêriya Karên û Barên Civakî û Komîseriya Penaberan û parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Parastina Civakî yên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê civînekê li dar dixin, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê cenazeyên şervanê QSD’ê şehîd Ebdulezîz Casim El Cuma li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr li gundê Gugirê defin dikin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Jinan a Melcisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li pêş avahiya meclisê daxuyaniyekê dide, (11:00), her wiha Kongra Star jî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şevbuhêrkekê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişloyê cenazeyên du şervanên QSD’ê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser li kelha Caiber a kantona Tebqayê Festîvala 2’yan a Biharê organîze dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN