ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-4-2024
Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê hilbijartine û got: " Tu kes nikare me ji xaka me dûr bixe. Em ê bi berxwedana xwe vegerê misoger bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ bi fermanên dewletên niz tevdigerin û xwe amade dike ku ji nû ve vegerin. Xelîl got: " hinek hêzên mezin destekê didin DAIŞ’ê." (BI WÊNE Û DÎMEN)
Di çarçoveya pêşxistina aboriye de, Komîteya Aborî ya kantona Dêrazorê kedên mezin ji bo piştgiriya karê 235 kargehên pîşesazî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Zehra El Bidêwî bi rêya wênesaziyê hest û ramanên xwe bîne ziman û hewl dide cîhana xwe ya hundirîn derxînê derve û bi firçeyê xwe daxive. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konê sersaxiyê yê şehîd Zozan li herêma Seba Kîlo vedigire, saet di 10:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina reşpelika qanûna xwe û damezirandina meclisa desteyê civînekê li avahiya xwe ya Reqayê li dar dixe, saet di 10:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN)