Kesên di enfalê de hatin qetilkirin hatin bîranîn

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Kesên di enfalê de hatin qetilkirin hatin bîranîn
14 nîsan, 2024   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlê bûna Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên, endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî û şeniyên Silêmaniyê bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê, Îro li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê,  merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên di merasîmê de axivî û got: “Tevgera Azadî xwe weke beşek hemû xweşî, nexweşî, êş û trajediya civakê dibîne û bi gel re hevbeş e. Ji bo vê jî îro em tevli merasîma bîranîna jenosîda Enfalê ya li Çemçemalê bûne. Dirûşmeke desthilatdariyê heye ku dibêje ‘Enfal wijdanê mirovahiyê ye’ lê bi baweriya me ne wijdana mirovahiyê hejiyaye ye nejî wijdanê desthilatdariyê. Ji ber ku em niha jî rojane rûbirûyî komkujî, enfal û kîmyabaranê tên. Dewleta Tirk bi alîkariya qaşo yên ku nûnertiya mafên mirovan dikin, ji bo qirkirinê di nava hewldanan de ye. Mixabin desthilatdariya Kurdistanê li şûna ku dersê ji demên borî bigre, dibe hevkarê dagirkeran. Gelê ku hişyar bûye, dikare li hemberî vê raweste, em dikarin rê li jenosîdên nû bigirin.