ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2025
15 mijdar, 2025   02:00

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê pêkanîna aştiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Hediye Yûsif diyar kir ku tişta yekane ku dê Tirkiyeyê ji bandorên neyînî biparêze, avakirina pêvajoyeke nû ya aştiyê bi Kurdan re ye. Hediye Yûsif got azadî û demokratîkkirina Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên şaredariyê bi rêve dibin û bi awayekî çalak di navendên dayîna biryaran de cih digirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Îsal berhema zeytûnan li kantona Reqayê ji ber hişkesaliyê bi paş ketiye. Cotkaran banga pêşkêşkirina sotemenî û semadan ji bo parastina daran û çandiniyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê bi meşekê ji Qada Jina Azad ve daxwaza dayîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Keramê yê rojhilatê kantona Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn bi diruşma "Komîna şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" li meclisê, li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê dewreyeke bi 3 rojan ji mêran re der barê têkoşîna dijî tundiya li ser jinan de li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Bi hev re civakeke demokratîk û komînal ji bo bidawîkirina tundiyê ava bikin" Platfroma Çalakiyan û Rêxistinên Jinan bernameya xwe ya kampanyaya dijî tundiya li ser jinan li Parka 4ˊê Nîsanê ya Hesekê aşkera dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê ji bo nîqaşkirina xebatên kirine û danîna plansaziya sala bê civîna xwe ya salane li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê merasîmeke xiyabî ji bo 2 gerîlayên HPGˊê şehîd Şiyar Kobanê li bajarê Kobanê û Mazlûm Kobanê li bajarê Qenayê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan di roja xwe ya 3ˊyemîn de didomin, bernameya çalakiyan saet ji 10.00ˊan heta 22.00ˊan dest pê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya îmzekirina hejmarek pirtûkên ji berhemên Dîwana Wêjeyê û Weşanxaneya Şilêr, li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li dar dixe, 16.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN