Îdiayên têkildarî teqînên li Şamê

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê têkildarî teqînên duh li Mezê çêbûne, îdia kir ku 2 moşek li herêmê ketin û di encamê de jinek birîndar bû. Çavkaniyan sedema bûyerê spart nakokî û kiryarên tesfiyekirinê di nava hikumetê de.

Îdiayên têkildarî teqînên li Şamê
15 mijdar, 2025   09:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li taxa Mezê ya Şam êrişên bi moşekan hatin kirin. Hate zanîn ku moşek li nêzî markêtek- dibistana 86 ketin û hin din li nêzî mizgefta El Rihman a li devera Vêlat Xerbiyê ketin. Ambulans berê xwe dan cihê bûyerê.

Daîreya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ragihand ku li dijî Şamê "Êrişeke nemerande" pêk hat. Li  gorî daîreyê, 2 moşekên katyuşa ji derdora bajar avêtin qadên niştecihan ên Mezê û derdora wê, di encamê de birîndar û zerarên madî çêbûn.

Daîreyê daxuyanî ku wê dest bi lêkolînê kiriye heya ku êriş werin naskirin.

Çavkaniyên xwecih gotin ku kuştî û birîndar hene, lê hejmarên wan tên veşartin. Medyaya ser bi hikumeta veguhêz ve ku agahiyên xwe dispêre wezareta tenduristiyê îdia kir ku di êrişê de jinek tenê birîndar bûye.

Çavkaniyên din êriş bi ’’çalakiyên propogandaya DAIŞ’ê’’ vê girê dane. 

Hin çavkaniyên din êriş spartin hewldanên tesfiyekirinê di nava hêzên hikumeta veguhêz de û îdia kirin ku piştî serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri bo DYA’yê nakokî di nava hikumetê de çêbûne.

Rayedarên Îsraîlê gotin ku destê Tel Avive di êrişa li Mezê de tune ye.

Heya niha tu aliyî êriş negirtiye ser xwe.

(bb)