ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2024
15 gulan, 2024   02:00

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organize dike. Beşdarên xelekan got: "Çiqasî em rastiya Rêbertî nas bikin em heqîqet û armancên xwe nas dikin."

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin.

Li Efrîna dagirkirî, zimanê kurdî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Ji cihekî ku ji bo amadekirina materyalan bi zimanî kurdî bûbû mînak. Yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha bi zimanî kurdî lê hate vekirin, lê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, veguherî cihekî ku lê zimanê kurdî tê qedexekirin.

Cotkarên ceh çandine bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir ku bihayê kirîna ceh li sûkê diyar bike da ku rê li ber keysbaziya bazirganan bê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYDˊê li Helebê bi diruşma ˊRêxistinkirina jinan û civakê misogeriya azadiya Rêber Abdullah Ocalan eˊ kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe. Kongre li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê tê organîzekirin. Saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehba li kampa Berxwedan şahiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, li Qamişlo jî li Parka Azadî şahî tê lidarxistin, saet 16:30ˊan. Bi heman boneyêk KPC-Dˊê Helebê li qada dibistana Rifet Hac a taxa Şêxmeqsûdê şahiyekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. Li Hesekê Komeleya Rojava ya Çanda Kurdî şahiyekê li hola Merbêla li dar dixe, saet 17:00ˊan. Li Kobanê li Qada Şehîd Egîd şahiyek tê lidarxistin, saet 17:00ˊan. Her wiha Zanîngeha Şerq a kantona Reqayê şahiyekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)