ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 6– 2025

Yekitiya Ragihandina Azad di sala 2012’an de ji bo parastina mafên rojnamevanan û belavkirina çanda çapemenî û ramanên azad hat avakirin. Çav li kongreya 7’an a YRA’yê ye ku veguhere saziyek li gelemperiya Sûriyeyê.
Rûspiyên eşîrên Kurdan ên bajarê Dirbêsiyê piştgirî da şandeya kurdî ya ku dê dan û standinên bi desthilata Şamê re bike û got divê gelê Kurd mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixe. BI WÊNE Û DÎMEN
Cotkarên li gundên Til Birakê gazinan ji buhayên kêm ên berhemên xwe dikin. Cotkaran diyar kir ku ev buha têra sermayeya ku wan di çandiniyê de xerc kirine, nakin. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku pêdiviyên çandiniyê, nemaze mazotê, peyda bikin. BI WÊNE Û DÎMEN
Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê dimînin, di rewşên mirovî yên zehemt û dijwar re derbas dibin. Ev zehmetî bi zêdebûna pileyên germahiyê re hîn mezintir dibin. Lê tevî wê jî, koçberan dev ji berxwedana di bin konan de berneda û ew kon veguhastin sembolên xweragirî û berxwedanê û girêdana bi mafê vegera ewle ve. BI WÊNE Û DÎMEN
Xwendekarên pola nehan (amadekarî) yên ku di sîstema serbest de qeydkirî ne, dê de li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên dawiya salê pêk bînin. (8:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Kongra Star li bajarê Tell Brak ê kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar. (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Şêniyên kantona Tebqayê dê cenazeyên şehîdan Şêro Welîd Osman, Îbrahîm El Ismaîl û Fewzî Mihemed Elî li goristana şehîdan a Tebqayê bispêrin axê. (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê wê şahiyekê bi boneya 68mîn salvegera damezrandina patriyê li dar bixe, li hola Zana ya li bajarê Qamişlo. (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Partiya Yekîtiya Suryaniyan li Tirbespiyê ji bo bîranîna Komkujiya Sayfo meşkekê li dar dixe, meş ji Dêra Meryem a li bajêr dest pê dike. (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN