Îran: Du F-35’ên Îsraîlê hatin xistin pîlota jin dîl hat girtin
Ajansa Nûçeyan a Tasnim ya Îranê ragihand ku Îranê di êrişa li ser Tel Avîvê de du balafirên şer yên F-35 yên Îsraîlê xistine xwarê.

Sîstemên parastina hewayî yên Îranê du balafirên şer yên F-35 ên rejîma Îsraîlê xistin xwarê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, pîlota jin ya yek ji balafirên ku hatine xistin, sax hatiye girtin.
Li gorî Tasnimê, Hêzên Parastina Hewayî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ne tenê du balafirên şer, lê di heman demê de çend dronên biçûk ên Îsraîlê jî bi serkeftî xistine xwarê. Her wiha hate gotin ku hemû hedef hatine wêrankirin.
Piştî bûyerê, tê payîn ku artêşa Îranê di demjimêrên pêş de hûrgiliyên zêdetir derbarê mijarê de bi raya giştî re parve bike. Heta niha ji aliyê Îsraîlê ve daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.