ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 5 – 2025
14 gulan, 2025   02:00

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Necim El Qesab encamnameya PKK’ê wek gaveke erênî nirxand û diyar kir ku ji bo dewleteke demokratîk ava bibe divê dewleta Tirk jî gavan biavêje.

Xabûr FM ku bi pêşengiya jinan hate damezirandin, 10 sal li dû xwe hiştin. Xabûr FM ku bi bernameyên xwe yên cihereng li Hesekê weşangeriyê dike, bûye dengê jinan û rengê jiyana hevbeş.

Bi hatina demsala havînê re pêdiviya xelkê ya elektrîkê zêde dibe. Ji bo peydakirina pêdiviyên rojane, navenda elektrîkê ya Til Temirê planeke awarte bi cî dike. Ev plan ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ve hatiye amadekirin.

Banka Navendî ya Sûriyeyê biryarên tevlihev da û cudahî xist nava depozîtorên nû û yên kevn de, wê jî windakirina baweriyê kûr kir û pêleke hêrsê di nava gel de, ligel berdewama ragirtina diravî bêyî tu hincetan derxist.

Cotkarên ji Şedadê û gundewarê wê dest bi çinîna kemûnê kir. Cotkar dibêjin îsal ji ber kêmbûna baranê berhem kêm e, her wiha ji ber bihabûna lêçûnan gazinan dikin.

PYD’ê bi rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurd ên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê re dicive û pêşdeçûnên siyasî şîrove dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Zimanê kurdî, Saziya Zimanê Kurdî û Rêveberiya Dibistanan li bajarê Girkê Legê pêşangeheke tabloyan vedike, (11:00), her wiha li bajarê Tirbespiyê jî Rêveberiya Dibistanan pêşangeha alavên kulturî vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a kantona Cizîrê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên hemwext li Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Holê û gundewarên wan li dar dixe, (11:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo fermandarên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê merasîmekê li dar dixe, (10:00), dûre berê xwe dide konê sersaxiyê yê her du şehîdan ku li Qada Şehîd Egîd tê vedan, (11:00), her wiha li bajarê Dêrikê li navenda ciwanên şoreşger konê sersaxiyê tê vedan, (11:00), Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarên Hesekê û Til Temirê, li navenda Serdem a Çand û Hunerê merasîma bibîranînê li dar dixe, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişloyê merasîmekê li Stadyûma Şehîdên 12’yê Adarê li dar dixe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN