Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Dirbêsiyê û Helebê hatin bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê û Helebê şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn û got şopandina rêça wan sozeke jêneveger e heta pêkanîna projeya civaka demokratîk û azad.

13 gulan, 2025   23:17
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê yê Hesekê yê kantona Cizîrê, ji bo bîranîna her du şehîdên fermandar Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di oxira pêkanîna jiyana azad û avakirina civakeke demokratîk de bûbûn sembola têkoşîn û berxwedanê merasîma bibîranînê organîze kir.

Di çalakiyê de endamên tevgerên ciwanan û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên bajêr amade bûn. Di bîranînê de daxuyaniyek hat dayîn û spasiyeke mezin ji bo têkoşîn û fedakariyên mezin ên her du şehîdan hatin kirin. Ji ber ku ew di rêwîtiya tevgera rizgariya Kurd de stûnên girîng bûn.

Daxuyanî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Dirbêsiyê hate dayîn û ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Renda Dada ve hate xwendin.

Di daxuyaniya destpêkê de wiha hate gotin: “Em îro du hevrêyên ku di rêya têkoşîna azadî û rûmetê de di rêza yekem de meşiyan bi bîr tînin; hevreyê Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn ku yek ji berxwedêrên girtîgeha Amedê bû, ku fedakariyên wan bûn hîmekî bingehîn di rêya avakirina civakekê tê de edalet û aştî misoger bibe de, ye.

Di daxuyaniyê de li gel bîranîna her du şehîdan, Kongreya 12’yemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîrozkirin, û bi taybetî behsa Rêber Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên azadiyê hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de amaje bi biryarên dîrokî yên ji kongreyê derketine, di serî de fesihkirina binesaziya rêxistinî ya PKK’ê û rawestandina têkoşîna çekdarî hat kirin, ku ew yek bi gaveke dîrokî ber bi xurtkirina aştî û avakirina civakeke demokratîk li Rojhilata Navîn hat nirxandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ne ji têkoşîn û fedakariyên şehîdên ku bi azadiyê bawer kirine bûya ev qonaxa têkoşînê ya pêşketî pêk nedihat.

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan soz da ku ala têkoşînê heta pêkanîna armancên fermandar û têkoşer ji bo wê şehîd ketine, bilind bikin, her wiha soza avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî hat dayîn.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo her du fermandaran şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bibîranînê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê li Goristana Şehîdan a Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li herêma Şiqeyêf a Helebê merasîma bibîranînê li dar xist.

Di merasîmê de şênî, endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclîs, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dayikên aştiyê amade bûn.

Di merasîmê de Rêvebera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî.

Avaşîn Efrîn bal kişand ser têkoşîna her du şehîdan ji bo bidestxistina daxwazên gelê Kurd û misogerkirina serkeftina doza wan ku wê bibe bingehek ji bo xurtkirina demokrasiyê di civakan de.

Avaşîn der barê fedaîtiya her du şehîdan de got: “Ji damezrandina partiyê heta roja şehadeta xwe ve mohra xwe li dîroka têkoşîna partiyê da û dîrok wê wan weke kesayetên payebilind ên ku pêvajoya aştiyê bi rê ve birin bi bîr bîne."

Avaşîn anî ziman ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a xwefihkirinê ku nayê wateyê teslîmkarî û gavpaşdeavêtinê, PKK’ê kongreya xwe ya 12’yemîn li dar xist, ev yek jî ji bo dozê tê wateya serkeftin û pêşdeçûnê û guhertina şêwaza têkoşînê.

(aq/fr)