Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin

Partiyên siyasî yên Kurdî destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî bandoreke mezin li pirsgirêka Kurd kir û got divê desthilata Şamê rastiya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û mafên rewa yên gelê Kurd qebûl bike.

Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Girkê Legê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî panelek hat lidarxistin
13 gulan, 2025   23:53
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê li ser "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" paneleke diyalogê li navenda Partiya Demoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ya bajarê Girkê Legê li dar xist.

Panel ji aliyê hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Îdrîs Cacan, rêveberê Partiya Dîmokrata Kurd li Sûriyê (El Partî) Ehmed Îbrahîm, rêveberê Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (YEKITÎ) Elî Îsa, endama Partiya Wîfaq a Kurd li Sûriyê Canda Xelef û hevserokê Meclisa Girkê Legê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îdrîs Şerîf ve, hat birêvebirin.

Di panelê de Elî Îsa got ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bi dehan sal e rastî zilm, zordarî, paşguhkirin û bêparhiştina gelê Kurd ji mafên rewa yên çandî û civakî tê.

Îsa diyar kir ku konferansa yekrêziya Kurdî ku di vê dawiyê de hatiye lidarxistin bersiva hemû siyasetên li dijî gelê Kurd bû û partiyên Kurdî jî ji bo pêkanîna armancên rewa yên gelê Kurd xebitîn.

Îdrîs Şerîf destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê ji bo ku di avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî de pêşengtiyê bike bedelên giran dan.

Girêdayî mijarê, Canda Xelef diyar kir ku peymanên navneteweyî wekî Sayks-Pîko hemû mafên gelê Kurd jê standin, lê îro gelê Kurd bi fedakariya xwe û rastiya hebûna xwe ya dîrokî û çandî li seranserî cîhanê ferz dike ku destekê bidin doza wî ya rewa. Bi taybet jî ev Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di nava herêmî û navneteweyî de bi erênî hat pêşwazîkirin.

Canda Xelef got: "Jinên Kurd di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de gihîşt astên bilind û civak ber bi azadiyê ve bir. Îro jî ew di rêvebirina vê qonaxê bi rêya siyasetê de rola xwe dilîzin."

Luqman Ehmê jî got konferansa dawîn ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê xewnek bû û bi saya kedên mezin ên bi armanca yekkirina nêrîna siyasî, bi ser ket.

Ehmê diyar kir divê encamnameya vê konferansê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî ya ji tevahî gelê Sûriyeyê re, werin pêkanîn.

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe yên li ser nêrîna siyasî ya Kurdî li Sûriyeyê û girîngiya avakirina pergaleke demokratîk di Sûriyeya pêşerojê de parve kirin.

(mh/fr)