ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 4 – 2025
14 nîsan, 2025   02:00

Oldarên bajarê Tebqayê diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di xurtkirina jiyana hevbeş a navbera ol, etnîk û baweriyan de êdî bûye modelek. Ji bo ku ev model li tevahî Sûriyeyê giştî bibe xebat tên kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gundê Til Talê, bermayê wêraniyê çîroka trajediya ku hat serê gund vedibêje, gundiyan biryar da ku xaça xwe careke din bilind bikin û dengê zegilê dêrê dîsa vejînin, mîna ku bibêjin: "Em li vir in... û em warên xwe bernedin." BI WÊNE Û DÎMEN

jinên Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bijardeya herî guncaw e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha dadmendî û wekheviyê, û çesipandina rola jinan di hemû cihên biryardanê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê dest bi xebatên sererastkirina stasyona kehrebeyê ya bajarê Curniyê kir û diyar kir ku wê di 10 rojên bê de stasyon bikeve xizmetê. Ev stasyon ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rastî zirarên mezin hatibû û ji xizmetê derketibû. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê li bin konê sersaxiyê yê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, sersaxiyê dide malbatên şervanên QSD’ê şehîd Mehmûd El Mewas, Şaban El Îsa û Ehmed El Selamê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN