Însiyatîfa Gel: Em bi îsrar in alîkariyan bigihînin perava Sûriyeyê

Însiyatîfa Gel a Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê konvoya alîkariyan a ji bo perava Sûriyeyê daxuyaniyek da û got piştî hêzên desthilata Şamê nehişt konvoya duyemîn a alîkariyan derbasî peravê bibe, ew bi îsrar in alîkariyan bigihînin peravê.

Însiyatîfa Gel: Em bi îsrar in alîkariyan bigihînin perava Sûriyeyê
Însiyatîfa Gel: Em bi îsrar in alîkariyan bigihînin perava Sûriyeyê
Însiyatîfa Gel: Em bi îsrar in alîkariyan bigihînin perava Sûriyeyê
Însiyatîfa Gel: Em bi îsrar in alîkariyan bigihînin perava Sûriyeyê
13 nîsan, 2025   22:45
TEBQA

Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, roja pêncşemê (10 Nîsan) ji bajarê Qamişloyê ber bi perava Sûriyeyê ve bi rê ketibû. Konvoya alîkariyan ji nêzî 14 hezar paketên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê. Konov roja înê (11’ê Nîsan) gihaştibû Tebqayê. Konov sibehê ji deriyê Tebqayê ber bi herêma peravê ve bi rê ketibû, lê hêzên desthilata rê nedan ku konvo derbas bibe û bi wê re konvo vegerî Tebqayê.

Der barê hûrgiliyên kampanyaya alîkariyan de Însiyatîfa Gel a Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel deriyê Tebqayê daxuyaniyek da.

Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam El Hisên daxuyanî xwend. Di daxyaniyê de hat gotin ku ji bo bersivdana rewşa mirovî ku perava Sûriyeyê tê re derbas dibe ev însiyatîf hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Em komeke ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, me ev kampanyaya dilxwazî ji bo komkirina alîkariyan dest pê kir. me konvoya destpêkê ya ku ji zêdetirî 6 hezar pakêtên xwarinê, 355 ton ard weke bersivdana lezgîn gihand peravê. Lê ji ber hejmara mezin a mexdûran û berdewamkrina hilweşîna rewşa mirovî, me konvoya duyemîn a ku ji 14 hezar pakêtên xwarinê û dermanên paqijiyê amade kir. lê ruxmî hemû tedbîrên guncaw ên koordînaya bi aliyên têkildarî re, lê hêzên girêdayî desthilata Şamê yên li bendava Xenasir nehiştin konvo derbas bibe, dan û standinên nebaş bi dilxwaz û ajokarên erebeyan re kirin."

Der barê astengiyên li pêş kampanyayê derketine de di daxyaniyê de wiha hate gotin: "Endamên ewlekariyê pankartên ku navên bajarên tev li kampanyayê bûne rakirin û birin, her wiha gotin kamyonan vala bikin û bixin depoyên Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyî. Lê şêniyên peravê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek red kirin. Ji ber ku bawar nakin ku ev alîkarî bigihînin kesên hewcedar."

Însiyatîfê di dawiyê de diyar kir ku ew îsrar dikin ku alîkarî bigihînin kesên hewcedar û banga vekirina korîdorên mirovahiyê kir û got rê bidin însiyatîfên gel ku xwe bigihînin mexdûran û divê ev yek dûrî destwerdanên leşkerî û siyasî be. 

(fr)