ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-3-2024
14 adar 2024   02:00

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku rapora NY'ê ya li ser Sûriyeyê "erênî" ye, lê belê biryarên hesabxwestina ji sûcdarên şer nexasim hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker di raporê de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aloziya Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, her ku diçe girantir dibe. Heta niha jî tu nîşaneyên çareseriyê xuya nakin.

Aloziya Sûriyeyê kete sala xwe ya 14’an, lê hîna êşên gelên Sûriyeyê ku ji ber siyasetên alî û hêzên herêmî û navneteweyî yên dest di dosyaya Sûriyeyê werdidin, dewam dikin. Di encamê de li şûna ku çareserî werin dîtin, alozî her ku diçe kûrtir dibe. Êdî li her devereke ser vê erdnîgariya qedîm çîrokên êş û azaran hene. Di her malekê de, di her çadirekê de û li her bajarekî çîrokên trajedîk hene.

Projeya çaksazkirina pira nû ya Reqayê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû. Çaverê ye piştî 50 rojan proje bi temamî bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo şervanê QSDˊê Silêman Xelef (Rohat Hesekê) li gundê Rêhaniyê yê navçeyê merasîma sersaxiyê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê salvegera dagirkirina Efrînê de li pêş navenda xwe ya navçeya Ehdasê ya li Şehbayê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan û Rêxistina Sara der barê zewaca temenbiçû û qetilkirina jinan de li Meclisa Kampa Telai panelê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSDˊê Şêro Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê vedişêre, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan rûniştinekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya El Weten El Sûrî der barê salvegera 13ˊan a destpêkirina tevgera gelê Sûriyeyê de li pêş navenda xwe ya li taxa Kelasê ya Hesekê daxuyaniyekê dide, saet 11:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)