Îranê kolberek qetil kirin

Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Îranê kolberek qetil kirin
13 adar 2024   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar ên Îranê li sînorê Petkê yê girêdayî bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî bi navê Mihemed Gence gulebaran kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Piştre cenazeyê wî di bin berfê de veşart. Piştî lêgerîna 48 saetan cenazeye wî li devera Petkê di bin berfê de hate dîtin.

Her wiha li devera Sewlawa û Hengejalî bane, çar kolberên din di encama ketina ji zinaran û îşkencekirinê ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve birîndar bûn.

Li gorî daneyên sala 2023’yê yên Kolber Newsê, li deverên sînor, rêyên di navbera parêzgehan de ji ber sedemên gulebaranên rasterast ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve, aşît, qerisîn, ketina xwarê, pêlêkirina mayinan û rewşên din 299 kolberan jiyana xwe ji dest daye.