ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2025
14 cotmeh, 2025   02:00

Şêniyên Til Koçerê xwest mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got Rêber Abdullah Ocalan dikare pêvajoya heyî ya Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, ewlehî û aramiyê li herêmê mîsoger bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li hikumeta veguhêz kir ku bendên kontrolê yên li derdora her du taxan rakin û tevgera çûn û hatina şêniyan asteng neke û got "Mafê me ye bi serbestî biçin û bên." BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê çalakiyên huner û muzîkê hatine paşguhkirin, li şûna wan çalakiyên olî tên lidarxistin. Ev yek bûye sedem ku nasnameya hunerî ya bajêr winda bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreteriya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ku ji hêla hikumeta veguhêz ve hatiye avakirin, ezmûna partiya Baasê dubare dike û qada siysî ya welêt tengav dike. BI WÊNE

Şêniyên gelek deverên kantona Cizîrê di vê dema salê de dest bi seyandina serbanên malên axî dikin. Wek kevneşopeke ku nirxên jiyana komînal nîşan dide, şênî xebatên seyandinê bi awayekî hevbeş pêk tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk amadekariyê dike bi awayekî nû bernameya şîrovekirina Quranê amade bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo erêkirina Yasaya Jîngehê li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Reqayê rûniştineke li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê bi pîşesazan re projeya avakirina Bajarê Pîşesaziyê li bajarê Menûsra, civînekê li avahiya şaredariyê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li pêş navenda xwe ya li taxa Xerbî ya piştî Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN