El Sîsî: Wê li Misrê konferansa jinûve avakirina Xezayê li dar bikeve

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihand ku wê li Qahîreyê konferanseke navneteweyî ji bo jinûve avakirin û geşepêdana Xezayê li dar bikeve.  El Sîsî diyar kir ku Qahîre dê bi DYAˊyê û şirîkên xwe yên herêmî û navneteweyî re hevkariyê bike ku bingehên proseya destpêkirina jinûve avakirinê deyne.

El Sîsî: Wê li Misrê konferansa jinûve avakirina Xezayê li dar bikeve
13 cotmeh, 2025   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihand ku welatê wî amadekariya lidarxistina konferansa navneteweyî ya ji bo jinûve avakirin û geşepêdana Xezayê ku şerê 2 salan wêran kiriye, dike.

El Sîsî di lûtkeya Şerm El Şêx de got Misr dê di rojên bê de ji bo pêşxistina pêvajoya jinûve avakirina Xezayê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hevkarên herêmî û navneteweyî re bingehên hevbeş deynin.

(mh/fr)