Zelenskyy dê bi Trump re mijara mûşekên Tomahawk nîqaş bike

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew ê li Washingtonê bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump re bicive û pê re mijara mûşekên balîstîk ên "Tomahawk" nîqaş bike.

Zelenskyy dê bi Trump re mijara mûşekên Tomahawk nîqaş bike
13 cotmeh, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku ew ê roja înê (24 Cotmeh 2025) li Washingtonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive, û wê şiyanên Ukraynayê di warê berevaniyê û derbeyên dûr de nîqaş bike.

Zelenskyy diyar kir ku wî pêwîstiya Ukraynayê ya bi mûşekên balîstîk ên "Tomahawk" ku li dijî Rûsyayê bi kar bîne ji Trump re diyar kiribû û ew ê di hevdîtinê de nîqaşa vê yekê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kîêv zextê li Washingtonê dike, ku mûşekên "Tomahawk" pêşkêşî Ukraynayê bike. Ukraynayê gotibû ku armanca wê ji van mûşekan li dijî armancên leşkerî bi kar bînin. Li hemberî wê Rûsyayê diyar kiribû ku ev mûşek dikarin şer girantir û dijwartir bikin.

(mh/fr)