ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 - 10 – 2024
14 cotmeh, 2024   02:00

Hiqûqnas û çalakgiran destnîşan kir ku pergala qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de gotin divê mafê hêviyê pêk were.

Rûspiyê qebîleya Tey ya Ereb Mihemed El Miflih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê armanc dike Iraq lawaz û parçe bike. El Miflih bang li qebîleyên Kurd û Ereban jî kir ku li hemberî êriş û destwerdanên Tirkiyeyê bisekinin.

Hikumeta Şamê ku qada tenduristiyê veguheriye qadeke bazirganiyê, pêdiviyên civakê yên dermanan paşguh dike û bi hinardêkirinê hewl dide xwe ji cezayên navneteweyî rizgar bike.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi dawî kirin. Çaverê ye ku zêdetirî 143 hezar pirtûk di pêşangehê de werin pêşandan.

Endamê damezirîner ê tevgera Teherur Elî Xelîfe da zanîn ku Îran hewl dide bi rêya şerên li herêmê cihekî xwe di dan û standinan de bigire, ji bo wê jî wê biryar da ku Hizbullah şer li ser başûrê Lubnanê ferz bike.