Hiqûqnas û  çalakgir: Pergala qirkirin û îşkenceyê sûc e

Hiqûqnas û çalakgiran destnîşan kir ku pergala qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de gotin divê mafê hêviyê pêk were.

Hiqûqnas û  çalakgir: Pergala qirkirin û îşkenceyê sûc e
14 cotmeh, 2024   03:10
DÊRAZOR
ZEHRA EL SALIH

Desthilata Tirk pergala qirkirin û îşkenceyê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Hiqûqnas û çalakvanên ji Dêrazorê diyar kirin ku ev pergal derqanûnî ye. Her wiha destnîşan kirin ku divê hêzên navneteweyî li kêleka hêzên azadîxwaz bin û ji bo ev pergal bi dawî bibe fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Basim El Xelef diyar kir ku dema  Meclisa Wezîran a Ewropayê daye dewleta Tirk da ku helwesta xwe ji binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgeha Îmraliyê de diyar bike, derqanûnî ye.

El Xelef wiha domand: "Meclisa Wezîran a Ewropayê ji Tirkiye xwest ku peymanên li ser îmze kirine, bi taybetî yên têkildarî mafên mirovan pêk bîne. Li gorî van peymanan, divê desthilata Tirk biryar û perspektîfên saziyên Ewropayê yên çavdêriya pêkanîna lihevkirinên navneteweyî dikin, bixe meriyetê."

El Xelef da zanîn ku qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re aliyê qanûnî de sûc e.

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Dêrazorê Tamir El Silêman got: "Desthilata Tirk, Rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bê par hiştiye û mafê wî di ravekirinê û parastina xwe de binpê kiriye. Li gorî qanûnan, ev sûc li dijî mîsaqê NY`yê ye. Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî derqanûnî hate revandin û darizandin."

El Silêman got, tevî ku Rêber Abdullah Ocalan temenê girtinê derbas kiriye, lê dewleta Tirk tevahî daxwazên serbestberdana wî paşguh dike û got, ev nêzîkatî jî bi xwe binpêkirin e.

El Silêman wiha pê de çû: "Em gel, hiqûqnas û rewşenbîr dê însiyatîfên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û serkeftinê bi dest bixin."

Endamê rêveber ê Komîteya Lihevhatinê ya kantona Dêrazorê Îmad El Fadil da anîn ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, zulmeke mezin e û diyar kir ku dewleta Tirk şerê projeya neteweya demokratîk dike û nahêle ramanên Rêber Abdullah Ocalan bigihêjin civakan.

El Fadil xwest pergala îşkence û qirkirinê bidawî bibe.

(şx)

ANHA