ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2026
14 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kir ku berxwedana li Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd helwesteke hevbeş bû ku hişmendiya gel a girîngiya rêxistin û yekitiyê Ii dijî xetereyan nîşan dide. Şêniyan da zanîn ku herêm di qonaxeke aloz re derbas dibe ku yekitî, hevgirtin û piştgiriya hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê de hewce dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Çeteyên Ensar El Sunne hebûna xwe li deverên ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê, bi taybet li gundewarên rojavayê Hemayê, zêde dikin. Çavkaniyan behsa sûcên wan çeteyan û zêdebûna bandora wan li seranserê axa Sûriyeyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan komkujî û binpêkirinên li dijî jin, zarok û sivîlan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Jinan diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van komkujiyan bûye sedema zêdebûna sûcan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şahidê berxwedanê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Birûsk Elî ku di berxwedanê de birîndar bû wiha got: “Me şerê DAIŞ’ê kir. Tirk jî di nav şer de hebûn. Yên êriş dikirin biyanî bûn, zimanê Erebî nedizanîn. Bi tang û topan, balafirên keşfê û çekên kîmyewî êrişî nexweşxaneyê kirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca şermezarkirina hemleyên dezenformasyonê yên bi êrişên li ser sivîl û rojnamevanan re li Helebê dest pê kirine, daxuyaniyekê li pêş avahiya NYˊyê ya li bajarê Qamişloyê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê fermandar Xebat Dêrik di salvegera şehadetê ya 13ˊyan de li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr bi bîr tîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo fermandar şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê vedide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine, meş û çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN