ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2025
13 sibat, 2025   02:00

Li hemberî Komploya Navneteweyî ku dijî Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker re dom kir, ev 26 sal e têkoşîneke bênavber a navneteweyî tê meşandin.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Şedadê di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de girîngî da yekbûna xaka Sûriyeyê. Endaman got tecrûbeya li herêmê xwe îsbat kir ku modelek demokratîk a pirrengî ye û dikare welat bi şêweyê nenavendî ku bikeve xizmetî tevahî pêkhateyan bi rê ve bibe.

Cotkarên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi kesaxekirina darên fêkiyan kirin ku berhemê baş bide û kalîteya fêkiyan baş bibe.

Dîroknas û nivîskarê Kurd Ebdullah Şikakî diyar kir ku şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan daye meşandin bingeha wê civakî û fikrî ye, her wiha divê dewleta Tirk rêya aştiyê bingeh bigire.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 100 gund bê kehrebe û av in. Rêveberiyê êrişên li dijî binesaziya herêmê û welatiyan şermezar kirin.

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyên du şervanên QSDˋê şehîd Çiya Qamişlo û Leys Ceryan El Kêret li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarocan defin dikin, (10:00) û şênî li pêş pakrewangehê sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitya Demokratîk (PYD) bi sernavê "Asoyên çareseriya Sûriyeyê û astengiyên wê" li hola Erd El Seîde yê Reqayê forumeke Sûriyeyî li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Maf û Edlê û Meclisa Jinan a Edaleta Civakî der barê daxwazên jinan di destûra Sûriyeyî ya nû de li bajarê Hesekê forumeke hiqûqê ya şêwirê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî de, Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê meşekê li dar dixe, (10:00), Meclisa bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê jî li hola HPCˋê civînekê li dar dixe, (10:00), li bajarê Çilaxa jî Kongra Star li bajarokê Abîre civînekê li dar dixe, (11:00), li bajarê Til Hemîs civînek tê lidarxistin (11:00), her wiha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê civînekê ji şêniyan re civînekê li dar dixe, (11:00), li bajarê Til Birakê jî li hola navenda çandê civînek tê lidarxistin, (11:00), li hola Sendîkaya Karkeran jî PYDˋê civînekê Girkê Legê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê der barê Komploya Navneteweyî de li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide, (11:00), her wiha Meclisa Jinan a PYDˋê li bajarên Hesekê û Şedadê, ciwanên êzidî jî li pêş Mala Êzidî ya Tirbespiyê daxuyaniyan didin, (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN